Cegerxwin ( Cigerxwin ) Eserleri ve Şiirlerinden örnekler
Asıl adı Şêxmus Hesen olan Cegerxwin ( Cigerxwin ) Kürt şair, yazar ve tarihçidir. Cigerxwin 1903 yılında Mardin'in (şimdi Batman'a bağlı) Gercüş ilçesine bağlı Hisar Beldesi'nde (Hesarê) Şehmus Hasan olarak dünyaya geldi. Daha çocukken baba ve annesini kaybeden Cegerxwin, ablasının yanına yerleşir. Fakir olduklarından Cegerxwin’e bakamayan ablası ve eniştesi, bu nedenle onu ağa ve şeyhlerin yanına ırgat olarak verirler. Cegerxwin, ablasının yanında kaldığı yıllarda birçok ağa veya şeyhin hizmetinde çoban olarak çalışır; tarlalarını sürer. 1914 yılında I. Dünya Savaşı'nın başlaması sonucu ailesi ile birlikte Suriye'de bulunan Amude şehrine göç etti.
1. Dünya Savaşı’nın açlık ve yoksulluk yıllarında yaşanan göç kervanlarına katılarak eniştesi ve ablası ile birlikte Suriye’nin Amud ilçesine geçen Cegerxwin, burada da ağa ve şeyhlerin yanında ırgat olarak çalışmaktan kurtulamaz. Ailesinin fakirliği, ona ırgat olarak çalışmasından başka yol bırakmaz. Ancak Cegerxwin okumaya da heveslidir. Medreselerde eğitim gören genç feqilere (Medrese öğrencisi) özenir. Daha Türkiye’deyken genç feqilerin yardımıyla okuma yazmayı söken Cegerxwin, Amud’da da arada kaçarak, medreselere gider. İlk çocukluk yıllarından sonra ise, ağa veya şeyhlerin emrinde çalışmaktan vazgeçerek kendi olanaklarıyla medrese eğitimi almaya başlar. Medreselere kabul edilmek için birçok köy dolaşır. Zoru başarır ve medreselerde eğitime başlamasından 9-10 yıl sonra icazet (diploma) alarak, Suriye’nin Qamışlo ilçesinin Hasdajor köyünde ilk meleliğine (molla-imam) başlar. Cegerxwin’in yaşamındaki ciddi değişimler, icazet almasından sonra başlar. Bu dönemde İran ve Irak’taki Kürt köyleri başta olmak üzere birçok bölgeyi dolaşır. 1925 yılında yaşanan Şeyh Sait Ayaklanması’nın bastırılmasından sonra Suriye’ye geçen Kürt aydınlarıyla da tanışan Cegerxwin, bu aydınların 1927 yılında kurduğu Hoybun (Xoybûn) adlı örgüte katılır. Aynı yıllarda Cegerxwin, Celadet ve Kamuran Bedirxan kardeşlerin çıkardığı Hawar (Çağrı) dergisinin yayın ve dağıtım çalışmalarına da katılır. Cegerxwin’in birçok şiiri bu dergide yayınlanır. Şiirlerinin Hawar’da yayınlanmasından sonra Cegerxwin, artık geniş bir kesim tarafından tanınmaya başlar.
Cegerxwin’in 1947 yılında yayınlanan ilk kitabı Cim û Gulperî’den bu yana 8 divanı yayınlanmıştır. Her bir divanı Avrupa, Suriye, Türkiye, Lübnan ve Irak’ta onlarca baskı yapan Cegerxwin’in Kürt dili, tarihi ve folkloru üzerine yayınlanmış kitapları da vardır.
Hawar’la birlikte yoksul Kürtlere okuma yazma öğretmeyi, onları medrese eğitiminden farklı olarak dönemine göre nispeten modern tekniklerle eğitmeyi amaçlayan Cegerxwin, bu nedenle meleliği sürdürmez. Zaten meleliğin kendi kişiliğine uygun olmadığını da bilmektedir. Bir müddet geçim sıkıntısı nedeniyle bu işi yapsa da, asıl işinin ezilenleri ağa ve şeyhler başta olmak üzere tüm egemenlere karşı aydınlatmak olduğunun bilincine varır. Bu amaçla Kürt çocuklarının devam ettiği ve medreselere nazaran daha modern eğitim veren bir okul açar. Cegerxwin’in okulu, Suriye’yi denetimlerinde tutan Fransızlar tarafından kapatılır. Ancak meleliği bırakan Cegerxwin, eğitim ve aydınlatma çalışmalarından vazgeçmez. 1917 Devrimi’nin etkisi ile ezilenlerin yüzünü ‘Doğu’ya dönmesi gerektiğine inanan Cegerxwin, uzun yıllar Suriyeli komünistlerle birlikte çalışır. Bu yıllarda sol düşüncesini pekiştiren, Marksizmle tanışan Cegerxwin, kurtuluşun sosyalizmde olduğuna inanmaya başlar. Sosyalizme olan inancını ifade eden onlarca şiirin de yazarı olan Cegerxwin, 1958 devriminden sonra Bağdat yönetiminin çağrısı üzerine Irak’a geçerek Bağdat Üniversitesi’nde Kürtçe’nin Kurmanci lehçesi ile dersler vermeye başlar. Ancak Irak devriminin lideri Ebdulkerim Qasım’ın Arap milliyetçileri ile işbirliğini Kürtlere yeğlemesi üzerine Cegerxwin, Irak Kürdistanı bölgesine geçmek zorunda kalır; ilk fırsatta ise Suriye’ye geri döner.
Meleliği bıraktıktan sonra Suriye’de birçok Kürt kurumunu bizzat kuran ya da kurulmasına öncülük eden Cegerxwin, 1979 yılında, 76 yaşında iken Avrupa’ya geçerek İsveç’e yerleşmek zorunda kalır. 1984 yılında bu ülkede yaşamını yitiren ve onbinlerin katıldığı bir cenaze töreni ile Suriye’de toprağa verilen Cegerxwin’in mezarı, Qamışlo ilçesindeki evinin bahçesindedir.
Yazdığı binlerce sevda ve özgürlük şiirleriyle modern Kürt şiirinin öncüsü olan Cegerxwin’in anıları yurtdışında APEC yayınları tarafından ‘Jînenîgariya min’ adıyla yayınlandı. Cegerxwîn’in anılarını ise Türkiye’de Evrensel Yayınları “Hayat Hikayem” adı ile Türkçeleştirerek yayınladı.
, 1903 yılında Mardin’in Gercüş ilçesine bağlı Hesar köyünde dünyaya geldi.
Eserleri:
Şiirleri
- Diwan Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam.
- Diwan Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam.
- Diwan Dîwana siyem: Kîme Ez? , 1973 Beyrut.
- Diwan Dîwana çarem: Ronak, Roja Nû Yayınevi, 1980 Stockholm.
- Diwan Dîwana pêncem: Zend-Avista, Roja Nû Yayınevi, 1981 Stockholm.
- Diwan Dîwana şeşem: Şefeq, Roja Nû Yayınevi, 1982 Stockholm.
- Diwan Dîwana heftem: Hêvî, Roja Nû Yayınevi, 1983 Stockholm.
- Diwan Dîwana heyştem: Aşîtî, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul.
- Diwan Dîwana nehem: Salar û Mîdya, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul.
- Diwan Dîwana dehem: Şerefnama Menzûm, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul.
Öykü
- Reşoyê Darê, Lîs Yayınevi, 2008 Diyarbakır.
- Cim û Gulperî, Lîs Yayınevi, 2008 Diyarbakır.
Dil ve Kültür Hakkındaki Eserleri
- Destûra Zimanê kurdî (Kürt dil bilgisi), 1961 Bağdat.
- Ferheng, perçê yekem (Sözlük, 1. Bölüm), 1962 Bağdat.
- Ferheng, perçê diwem (Sözlük, 2. Bölüm), 1962 Bağdat.
- Folklora Kurdî (Kürt Folkloru), Roja Nû Yayınevi, 1988 Stockholm.
Tarih İle İlgili Eseri
- Tarîxa Kurdistan (Kürdistan tarihi) (bu eseri ölümünden sonra yayımlanmıştır), 3 ciltli, 1985-1987, Stockholm.
Türkçeye Çevrilmiş Eserleri
- Lenin Şafağı, Kaynak Yayınları, İstanbul.
- Hayat Öyküm, Evrensel Basım Yayın, İstanbul.
Şiirlerinden Örnekler:
Azadîxwaz im
Tîp û lekên kurd ketin zinaran Li hawîr bumba bû gullebaran Êrîş dibin der komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sipîdê me nîne qet xew Cihan li ber me dibîte rew - rew Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew ? De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû şer, şêre li meydan Êrîş dibin ser Îran û Tûran Destên xwe dan hev kurmanc û dostan De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Kengî mezin bû, divêm bixwênî Rewşa cîhanê tu xweş bibênî Ji nû tu karî dijmin derênî De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Keç û kurên kurd hemî şîyarbin Ji bo serbestî hemî li karbin Ji hevre dostbin, dijê neyarbin De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijware dijmin, Tûran û Firse Gernas û mêrbe, ji wan metirse Sibê şiyarbû, li min mepirse De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Ji bo xweşbin dem û gevên te Ezê sipîdê bighê bavê te Bere ziwabin herdu çavên te De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Milên xwe bidme milên berane Di şerda en tev xûşk û birane Êrîş bikin em, lê şer girane De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bizane, xwendin ji bo we derman Da ku bizanin qanûn û ferman Derxin ji dil em van tirs û şerman De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Destên xwe bidne destên çepên rom Bibin partîzan bi leshker û kom Carek metirsin ji "hok" û "fantom" De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dibî bavê te di şerde bimrî Zinhar kurê min nebî tu bigrî Em têne kuştin ji bo tu nemrî De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijmin naçî der bi lav û gazê Xwînê nerêjî naghê daxwazê Siba diçim şer divêm tu razê De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şêx û melan em tev kirne derwêş Ev bû du sed sal, em bûne berbêş Ba bêne kuştin, nemêni ev êş De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şîn tê bi xwînê dara serbestî Îdî naxwazin dîlî, bindestî Ev êlperestî, ev olperestî De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Mirovperestim mîna Cigerxwîn Serbest bijîn tev, ne wek "Mem" û "Zîn" Jîna serbestî, divê me ev jîn De rabe ser xwe, kurê min rabe!
BILBIL Û GUL
Bilbilê dilkul dinalî, Her li ser dêmên gulê, Gul çi zanî ku li ser kê, Wer dinalî bilbile?
Pertewa dêmên sipî Carek li dil ku ew nedî Çend bikî qêrîn û zarî Kî dizanî dil kule?
Dilgirê wek bilbilê Herdem bi nalîn û girî Girtiyê benda evînê Dil li benda sunbile.
Dilbijê bê çare çibkî Bil ji qêrîn û girî Ê di benda dil revînê Kî dizanî bê dile?
Ev xem û derd û elem Ku min di dil de pir civîn Tev ji pêt û pertewa Şaha bi tac û sunbile
Ew kesê sewdan li ser Naçî rêza dilgiran Her çiqasî ew bi gazî Rengê dengê zengile
Ger ji dêmên sorgulî Pertew nedî nêv can û dil Nakevî nêv bend û dava Zulfê mest û fulfile
Ez di benda dilrevayê Tîr ji birhan têne dil Lêw me dil herdem bi destê Nazika reş-kakile
Ew kesê carek diye Derdê evînê wî bi dil Jar û sergerdan û meste Xweş dizanî "mişkile"
Pertewa dîdariyê Ku mêxolî ez kirim Laleşa min ser li ber Danî li sîng û paşilê
Bûye çil sal ku cigerxwîn Bû ji tîrên ebriwan Lew me dermanê birînê Lêv û sêvên paxile
Bîr anîn
Ey dilo jaro li kûne,
Desht û zozanê dimin ?
Kanî ew cejn û sema û Geşt û seyranê dimin ?
Guh bide ber qîr Û nal û ah û waxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî ? Kanî bostanê dimin ?
Şahî û nûroze îro Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û Xeftan û mîtanê dimin ?
Ah di bîra minde mane Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bi lotik Dengû xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev Ka gulistanê dimin ?
Serxweşê dengê bilûra Wî şiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û Ew bilûrvanê dimin ?
Tev di bin lingên neyaran Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî Derd û dermanê dimin.
DAYÊ TU MEGRÎ
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin Çira û rewşen li me vemirtin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Xwendin nehiştin li nav me kurdan Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Şêx û began tev em kirne kola Bê maf û bê cî berdane çola Dan ser milên me darên dehola Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin Azadîxwazên cîhan dibînin Divê ku dijmin bi zor derênin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Va em şiyarbûn, xwende û zana Me rê tev girtin ji ber nezana Zû, zû me naskir ev reng dizana Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Dijmin du nifşin: hundur û derve Hinek di binve, hinek di serve Kurdên nezan jî tên me bi serde Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Divê ji bo te em rast bibêjin Bindest û kola tim jîndirêjin Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Em tev diçin tên, dolab û çerxin Mebîne ko em ciwan û ferxin Divê ku dijmin ji nav xwe derxin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Divêt bi leşker herin zinaran Konê xwe vegrin li pêş neyaran Êrîş bikin em bi gullebaran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe Kelaşînkofê bavêj milên xwe Xeman em derxin ji nav dilên xwe Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Sûndê dixun em bi pût û late Heta ku negrin Zab û Ferate Serbest nekarin em bêne ba te Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Rabe bi hev re em herne şaxan Derman bikin jin: lash û kelaxan Ronî bidin xweş rengê çiraxan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Milên xwe bidne milên me şêran Di şevreşan bin rengê sitêran Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Dayê em xortin xwîna me germ e Bindest bimênin ji bo me şerm e Ta kengî dijmin paşa li ser me ? Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Îdî me nabên ev reng û ev jîn Em tev shiyarbûn Ferhad û Şêrîn Em guh didêrin dengê Cigerxwîn Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Kîme ez?
Ez im ew milet, ez im ejderha, Ji xewa dîlî şiyar bûm niha. Dixwazim wek mêr Dixwazim wek şêr Serê xwe hildim, Çi ser bilindim. Bi cîhan carek Ez bidim zanîn, Rêçika Markîs, Rêçika Lenîn.
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem, Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem. Bejin bilindim, Wek dêw bilindim. Ez dest dirêjim, Serbest dibêjim. Dixwazim bi lez Gavan bavêjim!.. Kîme ez?
Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez, Serdarê meye gernas û nebez. Em şer naxwazin, Divên wekhevî, Em paş ve naçin, Dijmin direvî!.. Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar! Kîme ez? |